ÇETEYÊN DEWLETA TIRK A DAGIRKER ÊRÎŞ BIRIN SER KOÇBERAN

Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê cihê ku lê ne, li wir kuştin, talan û wêrankirin heye. Vê carê jî çeteyên dewleta tirk a dagirker êrîşî kampek a koçberan kirin.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên ji bajarê Babê ragihand, çeteyên koma “Furqet El-Hemzat” a dewleta tirk a dagirker êrîşî koçberên kampa Şerqiya ya bakurê bajarê Babê kirin.

Çeteyan gule bi aliyê kampê ve reşandin.

Dimenên ku li ser malperên civakî belav bûne jî tirsa li nava koçberan dide xuyakirin.

Her wiha derbarê ziyanan de agahî nehatin bidestxistin.

Leave a Reply

Back to top button