PYD: Êrîş binpêkirina serweriya Iraqê ye, divê Iraq helwestê nîşan bide

PYD’ê, TEV-DEM û Kongra Star bi daxuyaniyan êrîşên dewleta Tirk ya dagirker li ser Şengalê şermezar kir.
Hat diyar kirin êrîşên li ser Şengalê binpêkirina serwerîya Iraqê ye û bang li hikûmeta Iraqê hat kirin ku bi berpirsyariya xwe rabe û li dijî êrîşan helwestê nîşan bide.

Li dijî êrîşên dagirkerîyê yên ser Şengalê nerazîbûn zêde dibin.

Meclisa Giştî ya PYD’ê êrişa dewleta Tirk a dagirker li dijî Şengalê, weke binpêkirina serdestiya Iraqê bi nav kir.

PYD’ê diyar kir ku di salvegera 3’emîn a şehadeta Mam Zekî Şengalî de û bi heman hovîtiyê êriş hate kirin û got,

”Ev yek diyar dike ku dewleta Tirk israr dike ku civaka Êzidî bê rêveberî bihêle”.

PYD’ê anî ziman ku Şengal ne bi tenê ye, gel Kurd dev jê bernade.

Her wiha da zanîn ku Şengal parçeyek ji dewleta Iraqê ye, divê Iraq der barê êrişan bêdeg nemîne û got,

”Bêdengiya Iraqê destekê dide dijminan ku zêdetir êrişan pêk bîne”.

PYD’ê bang li hemû hêzên siyasî û partiyên kurd kir ku der barê êrişên li ser koka Kurdan bi gelê Êzidî re bisekinin.

Kongra Star: Divê li dijî êrîşan bêndeng nemînin

Kongra Star jî bi daxuyaniyekê êrîşa dewleta Tirk ya li ser Şengalê şermezar kir û banga xwedîderketina Şengalê kir.

Kongra Star her wiha bang li gel kir ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker bisekinin û bêdeng nemînin.

Back to top button