Dagirkeran gundên Zirganê topbaran kir

Dagirkeriya Tirk gundên navçeya Zirganê dîsa dane ber topan

Ji Efrînê heta Til Temir, Girê Spî, Eyn Îsa û Zirganê êrîşên dagirkeriyê yên li ser herêmê bê navber dewam dikin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê carek din êrîşî gundên Zirganê kirin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê devera bi navê Idrîs El-Ebas a di navbera gundên Rebîat û El-Zêdiyê de topbaran kirin.

Dewleta Tirk li Eyn Îsa û Girê Spî hejmara baregehên xwe zêde kir

Li aliyê din dewleta Tirk a dagirker hejmara baregehên xwe yên leşkerî li gundên Girê Spî û bakurê Eyn Îsayê ya dagirkirî, zêde dike

Hêzên dagirker mal û gundên sivîlan kirin baregeh.

Hat ragihandin hejmara baregehan bûye 12 û tê de wesayîtên leşkerî, leşkerên Tirk û çete hene.

Her wiha dewleta Tirk a dagirker li wan baregehan radar û kamera bi cih kirine , herêmê û sivîlan dike hedef.

Herî dawî ji baregeha xwe ya li gundê Bîr Îs bi çekên giran êrişî gundê Sefawiye yê rojhilatê Eyn Îsayê kir û komkujiyek li dijî malbatekê pêk anî.

Back to top button