Mezlûm Ebdî: Divê hikumeta Iraqê berpirsyariya parastina Êzîdiyan hilgire

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê Mezlûm Ebdî êrîşa dewleta Tirk ya li ser Şengalê şermezar kir.

Mezlûm Ebdî derbarê êrîşa dagirkeriya Tirk ya li ser Şengalê peyamek li ser hesabê xwe yê tiwîterê parve kir.

Mezlûm Ebdî got: ”nûçeya şehîdbûna têkoşer Seîd Hesen û kurê birayê wî li Şengala dîrokî, em xemgîn kirin.

Ev sûc li rêzesûcên şer ên ji aliyê Dewleta Tirkiyê ve pêk hatine, zêde bû.

Divê Hikumeta Iraqê berpirsyariya parastina civaka Êzidî ku di dîrokê de gelek êş kişandine hilgire ser xwe.

Zelal Ceger: Ji bo xwedîderketina li Şengalê divê têkoşîn were xurtkirin

Her wiha têkildarî heman mijarê Hevseroka TEV-DEM’ê Zelal Ceger jî anî ziman ku hikumeta Iraqê ji bo berjewendiyên xwe Şengalê ji çav derdixine û got;

Hikumeta Iraqê ger îro xwedî li Şengalê dernekeve wê sibe xwedî li Bexdayê jî dernekeve.

Dewleta Tirk li pêşiya çavê hemû cîhanê êrişî gel sivîl dike lê kes dengê xwe nake.

Ev dewletên navneteweyî hemû ji vê rewşa heyî re berpirsyar in.”

Back to top button