YBŞ’ê têkildarê encama êrişa balafirên şer ên dewleta Tirk daxuyaniyek da û diyar kir ku di encama êrişê de şehîd û birîndar hene.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Berxwedana Şengal (YBŞ) derbarê êrişa îro ya dagirkeriya Tirk a li ser nexweşxaneya gundê Sikiniyê yê Şengalê de daxuyaniyek da.
YBŞ’ê diyar kir ku ew nexweşxane di bin parastina YBŞ’ê de ye ku ji bo pêdiviyên hêzên wan yên parastinê û gelên Êzidî û Ereban hatibû vekirin.
YBŞ’ê got;
Di êrişa îro de şehîd û birîndar hene. Heta niha şehîd û birîndarên ku di bin kavilan de mane, nehatine derxistin.
Li gorî vê wê Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) piştre bi berfirehî daxuyaniyekê bide.”