Aram Hena: Divê Rûsya û civaka navnetewî sînor ji dagirkeriyê re deyne

Berdevkê QSD’ê Aram Hena derbarê êrîşên dagirkeriya Tirk li ser herêmên Şehba, Til Temir li ser hesabê xwe yê medya civakî peyamek belav kir.

Hena diyar kir ku beriya çend rojan hêzên dagirkeriya Tirk gundên Derdara, Şêx Elî, Til Werd, Til Hefyan (Esfûriye), Til Şenan û gelek herêmên din kir topbaran kir.

Di êrişa li ser gundê Til Şenan ê Asuriyan ê rojhilatê Til Temirê jinek bi navê Meryem Şêx Salih birîndar bû.

Aram destnîşan kir ku dema êrîşên dagirkeriyê de hêzên wan tenê sivîl diparastin û pêşveçûna çeteyan têk dibirin û bersiva jêderê topbaranê dan.

Hena bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê li gel bêdengiya civata navnetewî û got.

“Em teqez dikin ku êrişên bi vî rengî dê bandoreke neyinî li xebatên me yên têkoşîna li dijî terorê û parastina giritîgeyên terorîstan û kampan bike.”

Aram Hena da zanîn ku divê hêzên çekdarên Rûsya berpirsyartiya xwe bi cih bînin û binpêkirinê dagirkeran rawestînin.

Back to top button