Di enatêşa Tirk a dagirkr û çeteyên wê beriya beriya saatekê navenda Zirganê topbaran kir. Di encamê de zarokek şehîd bû û hejmarek sivîl birîndar bûn.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên di van kêliyan de gundên Til Werd, Rebîhat, Bab El-Xêr û Şor ên başûrê navenda navçeyê ku sivîl lê hene,bi dijwarî topbaran dikin.
Li gorî agahiyan ku di êrîşê de heta niha zarokek şehîd bûye û hijmarek ji sivîlan birîndar bûn.
Di heman demê de dagirkeriya Tirk û çeteyên wê gundê Tewîla yê rojavayê navenda navçeya Til Temirê yê li beramberî rêya M4 bi top û moşekan topbaran dikin.
Di encamê de leşkerekî hikumeta Şamê birîndar bû.