Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî-TAJÊ bi daxuyaniyeke êrîşa dewleta tirk a dagirker ya li ser nexweşxaneya gundê Sikêniyê ya Şengalê şermezar kir.
TAJÊ di daxuyaniya xwe de balkişand li ser bêdengiya PDK’ê û Hikûmeta Bexdayê û got:
“Em bang li tevahiya cîhanê dikin, dengê me bibihîzin. Îro nexweşxaneya ku zarokên 10 salî, nexweşên ji ber koronayê û extiyar lê bûn, ji aliyê balafirên Erdogan ve careke din hate bombekirin. Bila cîhan êdî Erdogan û hevkarên wî rawestîne.
Bila zanibin; agir jî bi ser me ve bibarînin, bombeyan jî bibarînin em ji wan natirsin. Em ê ti carî serî netewînin, em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.
Iraq û Mesûd Barzanî piştgiriyê didin Erdogan. Bi van re ne şeref, ne onûr, ne jî namûs maye.”