Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê jî daxuyaniyek da û nerazîbûnên tund der barê êrîşê de nîşan da.
HDP’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku desthilatdariya AKP’ê dijminatiya li hemberî Kurdan ji xwe re kiriye polîtîkayeke bingehîn û êrişên li ser Şengalê zêdetir kiriye.
HDP’ê got “ew êrîşên li ser Şengalê bi awayê herî tund şermezar dikin.” û da zanîn desthilatdariya AKP’ê nirxên mirovahiyê û peymanên navneteweyî bin pê kiriye. ”
Dawiya peyama xwe HDP’ê bang li hemû kesên xwedî wijdan kir ku li hemberî van êrişan bêdeng nemîne.