Balafirên Tirkiyê li nexweşxaneya gundê Sikêniyê ya Şengalê xist

Şengal careke din kirine armanc û li dijî gelê wê careke din dest bi komkujiyan kirine. Di roja duyan a êrîşên li ser Şengalê nexweşxaneya tijî birîndarên jin û zarok kirin armanc. Fermandariya YBŞ’ê bi daxuyaniyekê ragihand ” Di êrişê de şehîd û birîndar hene û heta niha hin ji wan di bin kavilan de ne.” 

Li pey hev, ev du roj in, Şengal kiriye armanc û komkujiyan der heqê gelê wê de pêk tîne..

Duh bi awayekî bêserûber nexweşxaneya gundê Sikêniyê yê Şengalê ji aliyê balafirên dewleta Tirk ve bû armanc.

Nexweşxaneya ku bi dehan birîndar lê bûn, bi awayekî dijwar hat topbarankirin û cihê wê bû xwelî.

Ne tenê topbaran kirin, balafiran destûr jî neda kes bi alîkariya birîndaran ve biçe û yên xwestin bi hawara birîndaran ve biçin jî hatin armanckirin.

Kesên bi zor û zehmetî xwe gihandin nexweşxaneyê birîndar ji bin avahiya hilweşiyayî derxistin û veguhestin nexweşxaneyên din.

YBŞ: Heta niha hin şehîd û birîndarên di bin kavilan de nehatine derxistin

Li ser êrîşê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Berxwedana Şengal (YBŞ) ragihand “Ew nexweşxane di bin parastina YBŞ’ê de ye ku ji bo pêdiviyên hêzên wan yên parastinê û gelên Êzidî û Ereban hatibû vekirin.”

YBŞ’ê eşker jî kir “Di êrişa li ser nexweşxaneyê de şehîd û birîndar hene û heta niha hin şehîd û birîndarên di bin kavilan de, nehatine derxistin.”

Lewma Fermandariya (YBŞ) destnîşan kir “ew ê piştre bi berfirehî daxuyaniyekê bidin.”

Berî wê, bi rojekê jî êrîş pêk hat û tê de fermandar û şervanekî YBŞ’ê şehîd bûn û 3 sivîl jî birîndar bûn.

Back to top button