Di encama topbarana dewleta Tirk li ser Zirganê de zarokek û jinek şehîd bû

Careke din ji ber topbarana dewleta Tirk giriyê zarokan li nexweşxaneyên herêmê bilind de.

Duh şevê din, di dema razanê de artêşa Tirk navenda navçeya Zirganê topbaran kir. û weke her tim cûdahî nexist navbera kevir û sivîlan.

Di encama topbarana bêserûber de Jina bi navê Nede Dexam Mesîx û zaroka wê jiyana xwe ji dest da, her wiha 16 kes jî bûn.

Şêniyan, birîndar rakirin nexweşxaneya Gel a taxa Ezîziyê ya Hesekê.

Navên kesên birîndarbûn yê ku heta niha gihaştine ber destê me wiha ne;

  • Ebdullah Yusif Xayir (sal û şeş meh)
  • Firyal Silêman Cemro (4)
  • Aras Hesen (12)
  • Mihemed Feysel Hesen (13)
  • Yildiz Feysel Hesen (21)
  • Selme Salih Hezîn (45)
  • Esme Ebdulezîz Temo (18)
  • Hedle Temo (65)
  • Hesen Îbrahîm Hemîd
  • Û Ehmed Nîdal Hesen

Di encama topbarana Tirkiyê de endamekî hikumeta Şamê birîndar bû

Piştî vê êrîşê artêşa dagirker gundê Tewîla yê Til Temirê topbaran kir.

Di encamê de leşkerekî hêzên hikumeta Şamê bi navê Beşar Salih birîndar bû.

Ev birîndar jî niha li nexweşxaneya Lêgerîn a Til Temir tê derman kirin.

Back to top button