ÇETEYÊN “FEYLEQ EL-MEJD” GIRÊ GUNDÊ KÛRA YÊ NAVÇEYA RECO RÛXAND

Jî deverên dîrokî dirûxînin da ku çanda herêmê tune bikin û li zêr û xezîneyan bigerin. Her wiha dibistanan dikin zîndan, navendên revandin û êşkencekirina şêniyan.

Di warê tunekirina çand û dîroka herêmê de jî, dagirkeriya Tirk û çeteyên wê di rûxandina deverên dîrokî de binpêkirinên xwe didomînin.

Çeteyên bi navê “Feyleq El-Mijd” dest bi hilweşandina girê gundê Kûra yê navçeya Reco kir.

Tê zanîn ku girê gundê Kûra li rojhilatî gund dikeve û 3 kîlometre ji gund ve dûr e.

Beriya niha jî, heman çeteyan û li heman navçeyê devera “Xirabê Elo” ya nêzî gundê Çobana rûxand.

ÇETEYAN KEBLÊN SIFIRÊ JI STASYONA AVÊ YA NAVÇEYA ŞERA DIZÎN

Li aliyekî din, çeteyên bi navê “Sultan Murad” li navçeya Şera di dizî û talanê de dewam in.

Hat zanîn ku çeteyan keblên sifirê ji stasyona avê ya gundê Metîna dizîn e.

Her wiha li bejahiya navbera Gundê Elkê û Keferomê yên heman navçeyê, çeteyan xetên telefonê yên binerd dizîn.

Leave a Reply

Back to top button