Sekretêrê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Misirê Ehmed Behadîn Şaban diyar kir ku yekitiya Kurd û Ereban ji bo aramiya herêmê û parastina gel girîng e.
Ehmed Behadîn Şaban anî ziman “Ji bo ewlehiya herêmê û parastina gel yekitiya Kurd û Ereban yek ji hewcedariyên herî girîng e.”
Şaban destnîşan kir ku pêwîst e berjewendiyên hevpar ên gelên herêmê di ser her tiştî re werin girtin .
Dawiyê Sekretêrê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Misirê tekez kir “Taybet gelên Ereb û Kurd hewcedarî hevgirtinê ne ku li hemberî metirsiyan bisekinin û ger vîna wan li hemberî planên dagirker û Tirkan çênebe wê herêmên dagirkirî neyên rizgarkirin.”