Mihemed Saqid El-Isêdî: Êrişên li dijî penaberên Sûrî yên li Tirkiyê derqanûnî ne

Berdevkê şêx û rûspiyên Minbicê Mihemed Saqid El-Isêdî anî ziman “Sûcên li dijî penaberên Sûrî yên li Tirkiyê pêk tên, li dijî qanûnên navneteweyî ne.”

Li ser êrişên nijadperestî yên dema dawî li Tirkiyê Mihemed Sadiq El-Isêdî destnîşan kir “Bi sedan malbatên Sûrî penaberî Tirkiyê bûn da bi ewle bijîn, lê dewleta Tirk sûcên herî hov li dijî wan pêk tîne.”

El-Isêdî eşkere kir ”Dewleta Tirk dijminê gelê Sûriyê bi giştî ye û yê gelên herêmên bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet e.”

Berdevkê şêx û rûspiyên Minbicê bang li gelê Sûriyê kir ku vegerin welatê xwe û li hember destwerdanên derve bibin yek.

Back to top button