Malbatên Şehîdan: Divê PDK’ê tavilê gerîlayên revandî serbest berde

Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê diyar kir ku revandina Gerîla ji aliiyê PDK’ê ve xizmeta dijminê Kurdan dike.

Têkildarê mijarê, Endamê Rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Silêman Silêman axivî û got: ” Di demên dawî de hejmareke ji gerîla li ser destên PDK’ê şehîd bûn, piştre hejmarke din hatin revandin, ev yek qet nayê qebûlkirin.”

Paşê Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Eyşe Efendî anî ziman ev ne cara yekem ku PDK’ê bi kiryarên wiha radibe, di dîroka xwe de gelek kiryarên mîna van kirine.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê jî da zanîn ” Divê PDK’ê biratiya Kurdan qebûl bike ji ber ku em wan ji xwe re wekî bira dibînin.”

Endamê Mecilisê bang li PDK’ê kir ku di zûtirîn dem de gerîlayên revandî serbest berde.

Back to top button