Amerîka 3 hezar û 200 welatî ji Afxanistanê derxistine

Ev demeke rewşa li Afxanistanê bûye rojeva hemû cîhanê, Amarîka derxistina hemwelatiyên xwe didomîne û hîn bi hezaran welatiyên wê li wir asê mane. Neteweyên Yekbûyî, Çîn û Rûsiya jî derbarê rewşa li wir û danûstendinên bi Talîban re daxuyaniyan didin.

Kontirlokirina Talîbanî ji Afxanistanê re, helwesta piraniya welatên bi dosyayê ve girêdayî aşkere dike.

Helbet welat bêdeng neman, lê gelek pirs derbarê naskirina û ne naskirina tevgera Talîbanê li wî welatî, tên avakirin.

Li gorî Rojnameya Washonton Post ku jî berpirsên di Rêveberiya Serokê Amerîka Beidin di Kongirsê de girtine, Tevî Amerîka heta niha 3 hezar û 200 hemwelatiyên xwe û Afxanên nêzî xwe derxistine, lê niha 10 heta 15 hezar Emerîkî hîn li asê ne.

Berpirsên Amerîkî: Hîn zêdeyî 10 hezar Amarîkî li Afxanistanê asê ne

Li gorî heman çavkaniyê, dê lihevkirineke di navbera Amerîka û tevgerê de çêbibe da ku wan welatiyan bi rêya ezmanî ji wê derê derxînin.

NY: Em ê piratîka Talîban li Afxanistanê bişopînin

Berdevkê NY`yî Sttefan Docric derbarê daxuyaniyên Tevgera Talîbanê, diyar kir ku ew ê rewşa Afxanistan û karê Talîban li ser erdê bişopînin.

Wezîrê Karê Derve yê Almaniya Haico Maas jî got ku wê biryara xwe derbarê nêzîkatiyên Tevgera Talîban di rojên pêş de bibînin.

Rûsya diplomatên xwe bi awayekî beşî derxistine

Li gorî daneyan Rûsiya jî wê bi awayekî beşî xebatkarên balyozxaneya xwe ya Kabûlê derbixe.
Sefîrê Rûsiya li Afxanistanê Dêmitrî Jîrînof diyar kir ku ew ê bi fermandarên Talîban re bicive û Talîban ewlehiya avahiya Sefreta Rûsiya misoger kiriye.

Çîn: Tevî metirsiyan, em amde ne bi Talîbanê re daûstendinan bikin

Çîna ku li ser sînorê Afxanistanê ye, ditirse ku Afxanistan bibe wargeha muxalifên wê yên mislmanên Radîkal.

Ji lewre heta niha derbarê plana xwe ya valkirina sefaretê nîşan ne daye.

Lê belê, helwestên wê yên destpêkê li hemberî Talîbanê nerm in û ne dûr e jî peywendiyan pê re girê bide.

Back to top button