Artêşa Israîlê êrîşî gundewarê parêzgeha Quneyterayê kir

Artêşa Israîlê êrîşî gundewarê parêzgeha Quneyterayê ya Sûriyê kir. 

Li gorî dezgehên ragihandinê yên girêdayî hikûmeta Şamê îro artêşa Israîlê êrîşî bajarokê Heder ê girêdayî gundewarê bakur Quneyterayê kir.

Hat gotin ku êrîş bi fuzeyan li ser nuqteyên leşkerî pêk hatine.

Derbarê mijarê, Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan da zanîn ku li ciha êrîşa Israîlê pêk hatî çekdarên girêdayî Îranê hebûn.

Back to top button