YPJ’ê piştgirî da jinên Efxanistanê

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê û Tevgera Jinên Azad TJA bi daxuyaniyên cuda piştgiriya xwe ya ji bo jinên Efganistanê nîşan dan. Di daxuyniyan de hat gotin ” Pêwîst e jinên Efganî xwe bi vîna azad bi rêxistin bikin û têkoşîna xwe li hemberî hêzên desthilatdar diyar bikin.” 

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) têkildarî gefa Talîbanê ya li jinên Efgan daxuyaniyek da.

YPJ’ê diyar kir ku pêvajoya heyî ya li Efganistanê ji bo jinan hemûyan û hêzên demokratrîk cihê êş û fikaran e .

YPJ’ê got “Pergala hegemon a siyaseta global ji bo şikandina vîna têkoşînê ya jinê û gelan û ji bo berjewendiyên xwe her cure alîkarî dane Talîban û di encama vê hevkariyê de Efganistan radestî Talîban kirin.

Biryarên Talîbanê ji bo jin û civaka Efganistanê, derhiquqî ne û li dijî demokrasiyê ne. Ev nêzîkatî derveyî vîna azad û mirovahiyê ye.”

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê dawiyê piştgiriya xwe ya bo jinên Efganîstanê diyar kir û tekez kir çi dibe bila bibe pêwîst e jinên Efganîstanê xwe bi vîna azad birêxistin bikin û têkoşîna xwe hember hêzên desthilatdar diyar bikin.

TJA: Em ê bi jinên Efxan re di nav piştevaniyê de bin

Bi heman armancê, Tevgera Jinên Azad (TJA) jî daxuyaniyeke nivîskî weşand û piştevaniya xwe ya ji bo jinên efgan anî ziman.

Di daxuyaniyê de hat gotin

“Bi ked û têkoşîneke mezin li Efganîstanê jinan destkeftiyên mezin bi dest xistibûn. Destkeftiyên jinan bû qurbana dagirkeriyê. Îro li Efganîstanê jiyana jin û zarokan û destkeftiyên wan di metirsiyê de ne .”

TJA’ ê dawiyê piştrast kir “Jinên Efgan wê dev ji têkoşînê bernedin û ew ê jiyaneke azad a jinê ava bikin.

Back to top button