TAJÊ: Em ê ti carî serî netewînin û her li ber xwe bidin

Li dijî êrîşê, dengên nerazîbûnan bilid bûn.. Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî, Tifaqa Kurdistanî, HDP û saziyên Kurdistanî yên li Ewroûpayê daxuyanî dan û nerazîbûnên tund nîşan dan.

Dewleta Tirk a dagirker duh careke din bi balafiran êrîşî Şengalê kir û nexweşxaneya gundê Sikêniyê kir armanc.

Li dijî êrîşê, Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî-TAJÊ bi heman armancê daxuyanî da û balkişand ser bêdengiya PDK’ê û Hikûmeta Bexdayê.

TAJÊ anî ziman “Iraq û Mesûd Barzanî piştgiriyê didin Erdogan.” û bang li tevahiya cîhanê kir ku dengê wan bibihîzin û êdî sûc û kirinên Erdogan û hevkarên wî rawestîne.

Tifaqa Kurdistanî banga piştgiriyê ji bo xelkê Şengalê kir

Partiyên Tifaqa Kurdistanî jî li dijî heman êrîşê, daxuyaniyek nivîskî da û bi tundî şermezar kir.

Partiyan bang li raya giştî ya navnetewî kir ku alîkariya xelkê Şengalê bikin û helwestê li dijî Tirkiyê nîşan bidin.

HDP: AKP’ê dijminatiya li hemberî kurdan ji xwe re kiriye polîtîkayeke bingehîn

Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê jî li dijî nerazîbûnên tund nîşan da û diyar kir ku desthilatdariya AKP’ê dijminatiya li hemberî Kurdan ji xwe re kiriye polîtîkayeke bingehîn.

Platforma ”ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurdistanê-Ewropa” banga serferberiyê kir

Platforma “Ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurdistanê ya Ewropa” ku ji saziyên Kurdistanî yên li Ewropayê pêk tê, li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê daxuyaniyek da.

Tê de hemû saziyan bang li civaka Êzidî, civaka Kurd û dostên demokratîk kir ku li dijî van êrîşan seferber bibin û li ber xwe bidin

KNK: Ji bo sûcdar bêne darizandin em ê heta dawiyê têbikoşin

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) jî bi daxuyaniyekê êrişa ser Şengalê bi tûndî şermezar kir û da zanîn ku ev êrîş li gorî pîvanên hiqûqî sûcên şer in.

KNK’ê ragihand ku ji bo sûcdar bêne darizandin, ew ê heta dawiyê vê dosyayê bişopînin û hesab ji sûcdaran bipirsin.

KCDK-E bang li civaka navnetewî kir ku li hemberî komkujiyên dewleta bêdeng nemînin

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewaroyê (KCDK-E) bi heman armancê daxuyanî da û bang li Neteweyên Yekbuyî, Parlementoya Ewropayê û Konseya Ewropayê kir ku dawî li vê bêdengiya xwe li beramberî komkujiyên Tirk bînin.

Her wiha bang li hikûmeta Iraqê û rêveberiya xwecih a Başûr jî hat kirin ku dev ji polîtîkayên hevkaariya bi Dewleta Tirk re berdin.

Back to top button