KCK: Bi berxwedanê wê azadî û xweseriya Şengalê pêk were

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê êrîşên ser Şengalê de diyar kir dibe ku berdêlên giran bên dayîn lê bi berxwedanê wê azadî û xweseriya Şengalê pêk were.
KCK’ê got, “Êrîşên dewleta Tirk careke din nîşan dan ku xweserî û xweparastina Êzidiyan divê ji aliyê Iraqê û saziyên navnetewî ve bê qebûlkirin.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser Şengalê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

KCK’ê destnîşan kir ku Şengalê şebekeyeke xiyanetê hatiye birêxistinkirin û îstîxbaratê dide dewleta Tirk a dagireker.

KCK’ê di destpêkê de ji ber kesên di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîdbûne ji civaka Êzidî re sersaxî xwest û diyar kir bi êrîşa li ser Şengalê hevkarîya dewleta Tirk û DAIŞ’ê careke din eşkere bû.

KCK’ê destnîşan kir ku yek ji pêşengên civaka Êzidî Seîd Hesen baweriya xwe bi fikir û ramanên Rêber Apo anîbû û wiha got;

“Şehîd Seîd Hesen bi helwesta xwe ya li dijî DAIŞ’ê ispat kir ku ew rêberekî rasteqîn ê Êzidî ye. Dema ku DAIŞ’ê êriş bir ser Şengalê mîna Derwêşê Hemdem cihê xwe di nava 12 gerîlayan de girt ku pêşî li êrişa qirkirinê ya DAIŞ’ê girtin. Tevî malbat û eşîra xwe, pêşengî kir ku xelkê Êzidî li Şengalê bimîne.”

KCK’ê destnîşan kir Êzidî wê keda Şehîd Seîd Hesen ji bîr nekin û hewldanên wî wê teqez bi Êzidxana Azad bên tacîdarkirin.

KCK’ê bal kişande li ser êrîşa li dijî nexweşxaneya gundê Sikêniyê jî û diyar kir bi êrişên dewleta Tirk re tê xwestin ku îradeya Êzidiyan bê şikandin, Peymana 9’ê Cotemhê bi cih bê anîn û wiha dewam kir;

“Li hemberî vê rewşê, erk û wezîfeya dikeve ser milê xelkê Êzidî, dost û mirovên xwedî wijdan ew e ku li dijî êrişan li ber xwe bidin. Ji bilî berxwedanê nepêkane ku Êzidîxan azad û xweser bibe. Dibe ku berdêl bêne dayin, lê bi berxwedanê wê xweserî û xwerêveberiya Êzidîxanê pêk were.”

KCK’ê da zanîn êrîş ne tenê li ser Şengalê û Êzidiyan e, êrîş li dijî hemû Iraqê ye û xwest ku Iraq li dijî van êrîşan helwestê nîşan bide.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê destnîşan kir ku êrîşên dewleta Tirk careke din nîşan dan ku xweserî û xweparastina Êzidiyan divê ji aliyê Iraqê û saziyên navnetewî ve bê qebûlkirin.

Back to top button