HPG: Gerîla li Heftenînê lê da, 2 dagirker hatin kuştin

Gerîlayên Azadîyê di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Cenga Xabûrê de li leşkerên Tirk yên dagirker xistin.
HPG’ê diyar kir di encama çalakîya gerîlayan de li herêma Heftenînê 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin.
HPG’ê diyar kir bikaranîna gazên kimyewî li dijî çeperên şer ên li qada Werxelê ya Avaşînê jî dewam dike.

Artêşa Tirk ya dagirker ku bê navber êrîşî başûrê Kurdistanê dike, ji ber derbên Gerîlayên HPG’ê û YJA Starê
rojane windahiyên mezin dide.

Navenda Ragihandin û Çapemenîyê ya HPG’ê li ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çalakîyên gerîla daxuyanîyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê de li herêma Heftanînê li leşkerên Tirk yên dagirker hate xistin û ev agahî parve kir;

“15’ê Tebaxê li herêma Geliyê Pisaxa li ser rêya Girê Siser dema ku dagirkeran xwestin kontrola rê bikin hêzên me bi taktîka sabotajê li wan dan. Di encama çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin.”

HPG’ê destnîşan kir gerîlayan di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Bazên Zagrosê de jî li artêşa Tirk ya dagirker xistin.

HPG’ê diyar kir 17’ê Tebaxê li qada Girê Sor ya herêma Avaşînê li leşkerên Tirk yên dagirker hate xistin û dagirker neçar man ji qadê vekişin.

Hat diyar kirin heman rojê dagirkeran 3 caran gazên kimyewî li dijî tûnelên şer ên li qada Werxelê bikaranîn û çeperên şer ên li vê qadê bi teqemeniyan hatin bombebaran kirin.

HPG’ê diyar kir 18’ê Tebaxê jî artêşa Tirk a dagirker kamera bi du kûçikan ve girêdane û şandine çeperên şer ên li Werxelê.

Hat diyar kirin kûçik hatine bêbandarkirin.

HPG’ê destnîşan kir li ser qada Werxelê ya Avaşînê tevgera zêde ya Drone heye.

HPG’ê ragihand 16 û 17’ê Tebaxê herêma Garê, Zap û derdora gundên Amediyê bi helîkopter û hawanan hatine bombebaran kirin.

Li aliyê din Navenda Ragihandin û Çapemenîyê ya HPG’ê nasnameya sê gerîlayên bi navê Şervan Egîd û Dilxwaz Bîngol ku 19’ê Gulanê, û Ronî Çîyager jî 23 Nîsana 2021’ê li Botanê şehîd bûbûn eşkere kir.

HPG’ê sersaxî ji malbatên gerîlayên şehîd û gelê Kurdistanê yê welatparêz re xwest.

Back to top button