AWÛSÛRIYA JI BO DARIZANDINA WAN SERÎ LI “YE” DA

Ji bo mijara çeteyên DAIŞ’ê yên girtî, wezîrê karê Hindir ê Awûstûriya serî li Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) da.

Wezîr bi namyekê ji komisyonê re dibêje ku, divê ev çete li herêmê werin darizandin.

Çeteyên DAIŞ’ê di aliyê çekdarî de têk çûn.

Lê belê di encama pêngavên QSD’ê, YPG’ê û YPJ’ê de, hejmareke mezin a çeteyên DAIŞ bi saxî hatin girtin.

Rêveberiya xweser dibêje ku, bi qasî Hezar çeteyên biyanî ji bêhtirî 50 welatên biyanî li gel wan girtî ne.

Ji lewre bang dike ku, j bo darizandina van çeteyan dadgheke navdewletî li Bakur û Rojhilatê Sûrî were avakirin.

Heta niha bersivek erênî ji welatên navborî derneketiye.

Wezîrê karê Hindir ê Awûstûriyayê Hebert Kickl ji bo darizandina van çeteyan li dadgeha sûcdarên şer a navneteweyî dest bi insiyatîfekê kir.

Wezîr, name ji Komîsyona Yekîtiya Ewropayê nivîsand û jê xwest, ji bo DAÎŞ’iyan bi însiyatîf tevbigere.

Wezîrê karê hindir ê Awûsturiyayê diyar kir ku, ji bo ev çete li dadgeheke herêmê werin dirizandin, ew bi wezîrê karên derve re karekî hevpar dikin û wiha got,

DAÎŞ’iyên hatine girtin gelek welatên Ewropayê eleqedar dikin.

Ji bo sûd ji tecrûbeyên beriya niha bên wergirtin, divê bi Neteweyên Yekbûyî re karekî hevpar were kirin.

Kickl anî ziman, ji bo darizandina DAÎŞ’iyan bi têra xwe şahid û delîl hene.

Dadgeha sûcdarên şer a navneteweyî ya ku li Ruan dayê li dijî kesên komkujî di dema şerê navxweyî de pêkanîbûn hat avakirin, dikare mînak were dîtin.

Leave a Reply

Back to top button