Di 20 salên li Efxanistnaê de 2400 leşkerên DYA hatin kuştin

DYA di dawiya dawî de, şerê xwe yê herî dirêj li ser erdê qedand.
Bi vekişîna DYA ji Efxanistanê re, daneyên metirsîdar yên nava 20 salan de zelaltir bû.
Di şerê ji 2001’an ve despêkirî û heta vekişîna hêzên DYA ji Kabulê, ji herdû welatan zêdeyî 172 hezar kes mirin.

Şerê herî dirêj yê (DYA) ku li Efxanistanê bi rêve diçû, 15’ê Tebaxê bi dawî bû.

Di şerê 20 salan li Efxanistanê de, zêdeyî 2400 leşkerên DYA hatin kuştin.

Bi vekişîna hêzên DYA û NATO ya ji Kabulê re, pêvajoyek nû li welat despê kir.

Piştî êrişa terorî ya 11’ê Îlona 2001’an, Amerîka Efxanistan dagir kir.

Ji wê rojê ve, ji herdu welatan zêdeyî 172 hezar kesî jiyana xwe ji dest da.

Di vê pêvajoya bi şer de, 2448 leşkerên DYA hatin kuştin.

Her wiha li gorî daneyên fermî kesên ku li Efxanistan bi hêzên DYA re kardikirin û hatin kuştin jî jimara xwe 3846 kese.

Di şer de yên ku herî zêde ji ziyan dît, careke din civaka Efxan bû.

Di encama şerê 20 salan de, 47 hezar 245 sivîl jiyana xwe ji dest dan.

66 hezar leşkerên Efxanistanê hatin kuştin

Artêşa Efxanistan ya li pêşberî Talîbanê bibin ketî jî windahiyên zêde da.

Nêzî 66 hezar leşkeran jiyana xwe ji dest dan.

Ji Talîban û çekdarên din jî nêzî 51 hezar û 191 kes mirin.

Her wiha heta niha li welat, 444 kesên di xebatên alîkariya mirovî û 74 rojnamevan hatine kuştin.

Tê gotin, di warê aborî de jî, şerê li Efxanistan û Iraqê wêraniyek mezin bi xwe re anî.

Heta 2020’an zêdeyî 2 tirilyon dolar bûdçe hate xerckirin.

Ev rêje heta 2050’an dihat payîn ku 6,5 tirilyon dolarî derbas bike.

Back to top button