Rêveberiya Xweser bang li Şengaliyan kir ku li dora projeya xweser kom bibin

Rêveberiya Xweser, PYD’ê û Partiya Aştî û Demokratîk ya Kurdistanê êrîşên li ser Zirganê û Şengalê şermezarkirin. Hat diyar kirin armanca êrîşan qirkirin û têk birina îradeya gelên herêmê ye.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser Şengal û Zirganê şermezar kir.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Dewleta Tirk projeya xwe li herêmê dewam dike û dixwaze dema Osmaniyan vegerîne. Bi wê armancê hemû rêgezên navneteweyî binpê dike û êrîşî herêmê dike.”

​​​​​​​Rêveberiya Xweser bang li gelê Şengalê kir ku li dora porjeya xwe ya xweser kom bibin.

PYD bang civaka navneteweyî kir ku êrîşên dewleta Tirk rawestînin

Meclisa Giştî ya PYD`ê têkildarî topbarana dewleta Tirk li ser navçeya Zirganê daxuyaniyek da.

PYD`ê êrîş şermezar kir û diyar ku karekî terorî ye û nayê qebûlkirin.

PYD`ê bang li dewletên garantor û civaka navneteweyî kir ku bi lez têkeve tevgerê da ku êrîşên dewleta Tirk li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestîne.

PADK’ê li dijî êrîşan banga yekîtiyê li Kurdan kir

Li aliyê din jî Partiya Aştî û Demokratîk ya Kurdistanê (PADK) daxuyaniyek derbarê êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Şengal û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de,da.

Hat diyar kirin ku êrişa nû ya li dijî Şengalê, berdewamiya êrîşên çeteyên DAIŞ`ê ye û wiha hat gotin,

“Komkujiya nû ya dewleta Tirk ku li Zirganê pêk anî, ji bûyerên li Şengalê ne dûr e. Dibe ku cih cuda bin, lê belê armanc yek e. Dixwazin nasnameya kurd tune bikin.”

PADK’ê bang li rêxistinên navneteweyî û partiyên siyasî yên Kurdan kir ku li dijî faşîzma Tirk bibin yek.

Back to top button