Berxwedana Zindanan bi biryardariyeke xurt didome

Çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo azadiya rêber Apo bi biryardariyeke xurt didome. Parêzerê rêber Apo îro dîsa serî li Serdozgeriyê dan. Li gel vê, parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr got: Tecrîd astengkirina çareseriyê ye.

Berxwedana zindanan a ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan û bi dawîkirina binpêkirinên li girtîgehên Tirkiyê bi biryardariyeke xurt didome.

Çalakiya girtiyan bi koma 48’emîn di roja 265’emîn de didome.

Çalakiya piştevaniyê li wargeha şehîd Rûstem Cûdî Mexmûr jî bi dewrgirtina koma 123’an kete roja 244’an.

Li kampa Lavrîo ya Yewnanistanê jî çalakiya xwedîderketinê 227 roj li pey xwe hiştin.

Parêzerên rêber APO dîsa serî li serdozgeriyê dan

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan, ji bo ku bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin, dîsa serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Dîlan Taşdemîr: Tecrîd, astengkirina çareseriyê ye

Li aliyekî din, parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, têkildarî mijarê axivî.

Dîlan Dîrayet Taşdemîr anî ziman ku sedema sereke ya tecrîda li ser Rêber Apo, astengkirina daxwazên der barê çareserkirina pirsgirêka Kurd de ye.

Dîlan Taşdemîr diyar kir li Tirkiyê heta ku pirsgirêka Kurdan neyê çareser kirin wê ev alozî jî kûr bibe.

Dîlan Taşdemîr: Tecrîd bandorê li her kesî dike, têkbirina tecrîdê wê aştiyê pêk bîne

Dîlan anî ziman ku 22 sal in Birêz Ocalan tê tecrîdkirin û ev tecrîd bandorê li her kesî dike.

Lewra bi têkbirina tecrîdê re wê dengê Birêz Ocalan bigihîje tevahî gelan û aştî were avakirin.

parlamentera HDP’ê ya Agiriyê der barê çalakiyên grevên birçîbûnê de jî got:

Daxwazên girtiyan ên rewa werin cih, tecrîdê ji holê rabe û hevdîtinên parêzer û malbatan a bi Birêz Ocalan û girtiyên din re dest pê bikin, Ji ber vê divê her kes bibe dengê girtiyan.

Back to top button