Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê navenda Til Rifetê û gelek gundên Şehbayê bi çekên giran û mûşekan topbaran kir.
Duh êvarê artêşa dagireker navenda Til Rifetê ya Şehbayê, û gundên Samoqa, Til Medîq û bendava Şehbayê, bi çekên giran topbarankir.
Artêşa Tirk gundê Dêr Cemalê yê Şehbayê û Ziyaretê yê Şêrawayê bi dijwarî da ber topan.
Nêzî 100 muşekan li her du gundan û derdora wan ketine.
Ji bilî van gundan gundên Irşadiyê û Kefer Antûn ên Şera û gundên Qinêterê û Soxanekê yên Şêrawayê jî bi çekên giran hate topbarankirin.
Derbarê ziyanên êrîşên li ser herêmên navborî ti agahî neheta bidestxistin.