Dr. Enter Sîno: Du sivîlên bi giranî birîndar bûne ji Zirganê gihaştin hesekê

Rêveberê bijîşkan ê Nexweşxaneya Gel a Hesekê Dr. Enter Sîno eşkere kir, 2 birîndarên ku li nexweşxaneya Hesekê dimînin, dema gihaştin nexweşxaneyê, rewşa wan giran bû. 

Dr. Enter Sîno da zanîn ku ji nav 6 birîndaran, 2′ zarok bûn û anî ziman “Rewşa 2 birîndaran giran bû, yek jê zarokê bi navê Ebdullah Yusif 8 mehî ye, di milê xwe de birîndar bûbû û nedikarî nefesê bikşîne.”

Dr.Enter Sîno destîşan kir ” Birîndarên din di sing, serî, lingên xwe de birîndar bûbûn, lê rewşa wan aram bû û piştî dermankirinê ji nexweşxaneyê hatin derxistin.”

Navên birîndarên ku di êrîşa Zirganê de birîndar bûbûn û li Nexweşxaneya Gel a Hesekê ne, wiha ne;

Fehîme Elo (55), Dawûd Derwîş (60) û keça wî Narîman Derwîş (30), zaroka bi navê Gulistan Mehmûd Elo bi temenê salek û nîv, Ebdullah Yusif (8 meh) û Hisên Îbrahîm Hemîd (25).

Back to top button