Haîtî..Heta niha 2 hezar 189 kes jiyana xwe ji dest dan û zêdeyî 12 hezar jî birîndar bûn e

Hejmara qurbanên erdheja li Haîtî ku 14’ê Tebaxê pêk hat, gihişt 2 hezar 189 kesî. 

Ajansa Parastina Sivîlan ya Haîtî eşkere kir ” Heta niha hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane 2 hezar 189 kes derbas kiriye.”

Ji bilî qurbanan, 12 hezar 268 kes jî birîndar bûne.

Ji bilî ziyanên canî, hat ragihandin zêdeyî 60 hezar mal hilweşiyane û 76 hezar saziyên dewletê jî ji xizmetê derketine.

Tevî derbasbûna 5 rojan, hîna xebatên derxistina kesên di bin kavilan de dewam dike.

Back to top button