
Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê li gûndê El Cat ê yê Bakur Rojhilatê Minbicê 3 çete kuşt.
Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand çeteyên Diri El-Firat ên artêşa dagirker hewldan bakûrê gudnê El Cat ê dagirbikin.
Meclisê diyar kir ku hêzên wan di çarçoveya parastina rewa de bersivek tund da çeteyan.
Di encama bersivdayînê de êrîşa çeteyan hate şikandin û 3 çete hatin kuştin.