Şehîdên nexweşxaneya Şengalê bi merasîmekê hatin oxirkirin

Her 8 şehîdên ku pêr li nexweşxaneya Şengalê bi bombebaran Tirkiyê şehîd bûbûn, bi merasîmekê hatin oxirkirin. 

Cenaze duh bi merasîmên cuda ji aliyê Şengaliyan ve û bi awayekî girseyî hatin veşartin.

Li goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan a Çiyayê Şengalê jî merasîmek leşkerî pêkhat û li ser navê sazî û rêxistinên Êzidiyan peyam hatin dayîn.

Fermandariya YBŞ û YJŞ’ê soz da civaka Êzidî ku tola pakrewanan hilînin.

Her wiha Rêveberiya Xweser a Şengalê, hikumeta Iraqê berpirsê yekem ê êrîşan dît û bang lê kir ku helwesta xwe beramber êrîşên dagirkeriya Tirkî eşkere bike.

17’ê Tebaxê bi êrîşeke hovane, balafirên dewleta Tirk, nexweşxaneya gundê Sikêniyê yê Şengalê kir armanc û 8 kes şehîd xistin.

Back to top button