Xalid Mihemed: YBŞ û YJŞ’ê Şengal ji DAIŞ’ê parastin

​​​​Li dijî êrîşa dewleta Tirk a dagirker, dengên nerazîbûnan bilid bûn, Parlementerê Tevgera Goran yê Parlementoya Iraqê Xalib Mihemed û Siyasetmdarê Kurd Bekir Îsa, diyar kirin ku hikumeta Iraqê berpirsê êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê ne.

Dewleta Tirk a dagirker di 16 û 17’ê Tebaxê de bi balefirên şer Şengalê bombebaran kir.

Di encama erişan de hejmarek ji şervan û welatiyên sivîl şehîd û birîndar bûn.

Parlementerê Tevgera Goran yê Parlementoya Iraqê Xalib Mihemed, derbarê mijar ê de diyar kir ku roj bi roj êrîşên dermirovî dewleta tirk yên li ser sivîlan zêde dike ,Ji bo pêşîlêgirtina van êrişan wan çend caran daxwaza civîna parlementoyê kiriye.

Xalib Mihemed êrişa DAIŞ’ê ya 2014’an a ser Şengalê û vekişîna hêzên PDK’ê ji Şengalê bibîrxist û wiha got”

“Ger Mesûd Barzanî merd bûya wê Şengalê bi dest DAIŞ’ê ve bernedaya.

Niha çewa şerm nake dibêje ew ê carek din vegerin Şengalê!”

Xalib Mihemed da zanîn ku daxwaza hemû partiyên siyasî yên kurd ewe ku PDK dawî bi hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re bîne.

Bekir Îsa: Qirkirina Kurdan planeke cîhanî ye û ji aliyê Tirkiye ve tê pêkanîn

Têkildarî heman mijarê, Hevserokê Nivîsgeha Dîplomatîk a Partiya Yekitiya Demokrat PYD Bekir Hec Îsa wiha anî ziman:

”Siyaseta qirkirinê ku dewleta Tirk li dijî Kurdan pêk tîne, planeke cîhanî ye.

Li hemberî van sûcên ku dewleta Tirk li dijî Kurdan pêk tîne, dewletên navnetewî tu helwestê nîşan nadin.”

Bekir Hec Îsa di dawî de wiha pê de çû:

“Kurd ne tenê ji aliyê dewleta Tirk têne qirkirin.

Lê belê li Rojhilatê Kurdistanê jî têne qirkirin û dewletên mezin bi qasî li ser xeteriya dosya nukleerî ya îranî difikirin, li ser mirov nafikire û divê her kes li hember vê hovîtiyê dengê xwe bilind bikin.”

Back to top button