Talîban û NATO: Ji çaxa kontrolkirina Kabulê ve 12 kes hatine kuştin

Tevgera Talîban û NATO’yê ragihand ku ji çaxa kontrolkirina balafirgeha Kabulê ve, heya niha12 kes hatine kuştin.

Talîban û Amerîkayê mikur hatin ku ew kes, ji ber berdana guleyan ji hêla çekdar û leşkerên wan ve hatine kuştin.

Her du aliyan got ku wan gule ji bo jihevbelavkirina welatiyan berdane.

Talîbanê ji aliyê xwe ve bang li welatiyan dike ku vegerin malên xwe.

Li aliyekî din, Talîban dibêje ew ê jinan jî beşdarî birêvebirina welêt bike û ji bo welatiyan demograsiyê esas bigre.

Lê civaka navdewletî ji van daxuyaniyan nepiştrast in û dibêjin eger Talîban mercên wan pêk neyîne, ew ê fermî wê nas nekin.

Back to top button