MSD’ê bersiv da Beşar Esed..”Daxuyaniyeke nû ye, pêwistî bi nirxandineke berfireh heye”

Serokê Hikumeta Şamê Beşar Esed beriya çend rojan daxuyaniyek da û got;
Sûriye dikare bi pergaleke nenavendî were birêve birin.
MSD’ê ev yek weke lixwemukrhatineke girîng binav kir û xwest di mijara awayê çareseriyê de gotûbêjin cidî werin kirin.

Li Sûrî di nava 10 salên derbasbûyî de ji ber şerê navxweyî û destwerdana hêzên herêmî û cîhanî, rewşeke kambax derket holê..

Bi sed hezaran kuştin, bi mîlyonan koçber û beşeke mezin ji welat wêran bû..

Heman welatên ku bûn sedema vê encamê, di berdêla berjewendiyên xwe de rê nadin ku aloziya lu Sûrî were çareserkirin..

Desthilala Şamê û serokê wê Beşdar Esed jî ji bo li ser piyan bimînin piştgirî ji Îran û Rûsyayê wergirtin û ji ber vê yekê nekarî bi îradeya xwe çareseriyekê biafirînin.

Rojên dawî Beşar Esed berovajî helwesta xwe a berê, gotineke wiha bikar anî:

“Êdî Sûrî wê li pêvajoya beriya 2011’an venegere. Welat dikare bi pergaleke nenavendî bê birêvebirin.”

Vê daxuyaniyê rê li ber nîqaşên nû vekir.

Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed daxuyaniya Beşar Esed weke lixwemukirhatineke girîng binav kir û ev nirxandin kir:

“Bi salane em vê rastiyê tînin ziman. Li vir pirsa girîng ev e:

Sûriye wê ber bi ku ve biçe?

Eger Beşar Esed di vê mijarê de ji dil be, wê demê lazime Sûriye ji aliyê hiqûqî, siyasî, çandî, aborî ve bê guhertin.

Bi van guhertinan re wê dawî li sîstema navendî bê anîn.”

Îlham Ehmed xala ku Beşar Esed behsa wê dike jî bi bîr xist û wiha got:

“Esed îşaret bi xala 107’an a sîstema nenavendî kir. Li gorî xala mijara gotinê, pergala xwe dispêre rêveberiyên herêmî heye. Her çendî naveroka wisa be jî ev qanûn piştre ji cewherê xwe hate derxistin.

Yanî wê walî, serokê meclîsa bajêr û şaredar wê berpirsyar bin. Tişta balkêş ew e ku ev kes ne bi hilbijartinê lê belê wê ji aliyê desthilatdariyê ve werin diyarkirin.”

Îlham Ehmed danûstandinên li gel rêjîmê jî bi bîr xist û got:

“Di hevdîtinên me hemûyan de ji me re digotin ’em li ser sîstemekê ku bi tayînkirinê bê meşandin li hev bikin’.

Weke alternatîf jî me pergala Xweseriya Demokratîk da pêşiya wan. Lê bi demê re eşkere bû ku rêveberiya Şamê ne alîgirê çareseriyê ye.

Tevî vê yekê jî eger daxuyaniya wan a dawî ciddî be, wê demê lazime pêvajoya hevdîtinan destpê bike. Hingî mirov dikare bêje ku wê hêviyên çareseriyê pêşbikevin.”

Back to top button