HPG: Li Girê Sor, gerîlla li hêzên dagirker dan

Li herêm Avaşîn, hêzên artêşa Tirk xwestin ber bi tûnelên şer ên gerîllayan pêşde biçin..
Lê ev yek ji ber bersivdayina hêzên gerîlla, neçû serî..
HPG’ê diyar kir di encama destwerdana hêzên wan de artêşa Tirk li herêma Girê Sor neçar man paşde biçin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî encama şer û çalakiyên 48 saetên dawî, daxuyaniyek da..

Li gorî vê;

Di çarçoveya Pêngava Bazên Zagrosê de:

18’ê Tebaxê hêzên artêşa dagirker li herêma Girê Sor a girêdayî Avaşîn, bi çekên giran êrişî tûnelên şer kir.

HPG’ê: Artêşa Tirk li dijî tûnelên şer çekên kîmyewî bikar anîn

Heman rojê dîsa li Girê Sor û devera Werxelê, artêşa Tirk li dijî tûnelên çekên kîmyewî bikar anî û paşê bi teqemeniyan tûnel bombebaran kirin.

Êvarê jî herêma Werxelê ji aliyê helîkopterên şer ve hate bombebarankirin.

Rojên 18 û 19’ê Tebaxê jî deverên Karker û Şikefta Birîndaran ên girêdayî Zapê û her wiha sînorê herêma Çemço ji aliyê sînor ve hatin topbarankirin.

Di encamê de agir bi daristan û zeviyên herêmê ketin.

Li herêma Metînayê jî gundên, Êdinê, Dêşîşê, Seraru, Kela Qumriyê û devera Koordîne bûn armanca êrişa helîkopterên şer..

Back to top button