KONGRA-GEL: Divê Kurd û herkes ji bo azadiya Şengalê bikevin nava tevgerê

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL, Kongreya Demokratîk a Gelan û Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Almanya êrîşên li ser Şengalê weke sûcekî şer bi nav kirin.
Bang li gelê Kurd û herkesî hate kirin ku ji bo Civaka Êzidî bikevin nava liv û tevgerê.

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL li ser êrişên qirker ên li dijî Şengalê daxuyaniyek da.

KONGRA-GEL diyar kir ku cîhanê û Hikûmeta Iraqê xwe li hember êrîşên dewleta Tirk kor û lal kirine û wiha hate gotin;

”Yên ku xelkê Êzidî li dijî DAIŞ’ê parastin tên kuştin, lê her kes bêdeng e. Dewleta Tirk mîna ku ev têrê nake, 17’ê Tebaxê sê caran êriş bir ser Nexweşxaneya Sikêniyê ku xizmetê ji xelkê Şengalê re dikir.

Li kîjan devera cîhanê eger êrişeke hewayî li ser nexweşxaneyekê hatibûya kirin wê dinya bihata hejandin.

Lê belê dema ku êrişkar dewleta Tirk be, yên dibin armanc êrişê jî gelê Kurd bi taybetî xelkê Êzidî be hingî hêzên navborî xwe li kor, kerr û laliyê datînin”.

KONGRA-GEL di dawiya daxuyaniya xwe de diyar kir hêzên ku plana êrişa hevpar kirine divê zanibin ku xelkê Şengalê ne bi tenê ye û bang li Kurdan û herkesî kir ku ji bo azadiya Şengalê bikevin nava liv û tevgerê.

HDK: Bombebarankirina nexweşxaneyê sûcekî şer e

Desteya Rêveber a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ya li Tirkiyê jî bi heman armancê daxuyaniyek da û ev tişt anî ziman,

Êrîşên dewleta Tirk berdewamiya polîtîkaya DAIŞ’ê ya qirkirina Êzidiyan e.

Ev êrişa ku li navenda bajêr li sûkê dest pê kir, bi bombekirina nexweşxaneyê gihîşt asteke cuda”.

HDK’ê destnîşan kir ku bombekirina nexweşxaneyê ku di encamê de 8 sivîlan jiyana xwe ji dest dan sûcekî şer e ku divê bê darizandin.

KON-MED’ê banga xwedîderketina li Şengalê kir

Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Almanyayê (KON-MED) jî bi daxuyaniyekê bang li gelê Kurd û dostên gelê Kurd kir ku li dijî êrîşên qirker ên dewleta Tirk derkevin qadan, têkoşînê geş bikin û li Şengalê xwedî derkevin.

Back to top button