Aldar Xelîl: Rojava wê her gavê piştevanê gelê Êzîdî be

Ji 3’ê Adara sala 2014’an ve, gelê Rojavayê Kurdistanê xwedîderketina li Şengalê weke erka xwe a sereke dibîne. Niha jî hema helwest dewam dike.
Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl êrişên dawî yên li Şengalê weke plankirî binav kir û ev peyam da:
Rojava li dijî her cûreyên êrişan wê piştevaniya gelê Êzdî bike.

Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk Aldar Xelîl têkildarî êrişên dewleta Tirk li dijî Şengalê û bandora wan li ser Rojava, ji ANF’ê re axivî.

Xelîl anî ziman ku Tirkiyê bi êrişan plan dikir ku civaka Êzidî bê pêşeng bihêle û wiha got:

Beriya niha bi 3 salan heman rojê Mam Zekî li Şengalê bû armanca êrişa artêşa Tirk, lewma a hatî kirin ne tesadûf e. Bi şehîdkirina Mam Zekî peyam da ku ew ê gelê Êzdî bê rêber bihêlin. Bi vî awayî dibêjin, her çi kesê ku ji nava civaka Êzdî derkeve û bibe pêşeng, ew ê mafê wî yê jiyanê nemîne.

Êrişa dawî ya li dijî pêşengê Êzdî Seîd Hesen, berdewamiya heman konseptê ye.

Aldar Xelîl ragihand ku ne tenê di warê siyasî û leşkerî de, dewleta Tirk ji her milî ve dixwaze hebûna gelê Êzdî ji holê rake û wiha dewam kir:

Li ser asta cîhanê her çendî şerên dijwar hebûn jî êrişa li dijî nexweşxaneyan qedexe ye. Lê Tirkiyê guh naxde vê yekê. Bi êrişa li dijî nexweşxaneya Sikêniyê xwestin vê peyamê bidin; her devera bi nasnameya Êzdiyan tevbigere, wê bibe hedefa êrişên me.

Aldar Xelîl anî ziman ku ne tenê Şengalê, li her devera Kurdistanê êrişên artêşa Tirk dewam dikin û got:

Ev demeke li dijî gerîla, Şengal û Rojava êrişên giran pêk tên. Lê çawa ku gelê Rojava di êrişa DAIŞ’ê de bû xwedî helwest, çawa ku gel gerîla û hêzên din bi hev re Şengal azad kirin, niha jî rewş heman tişt e.

Xelîk hişyar kir ku eger Şengal bişikê wê bandorê li Rojava jî bike û wiha dewam kir:

Li hemberî her cûreyan êrişan wê Rojava piştrvanê civaka Êzdî be.

Endamê desteya hevserokatiya PYD’ê bêdengiya Iraq û hêzên cîhanî ya li hemberî êrişan jî weke hevkariya li gel dewleta Tirk binav kir û di serî de Kurd ev bang li raya giştî kir:

Bila kes nebêje ‘Ew der Şengal e, karê min lê nîne’. Şengal cihê berxwedan û rûmeta Kurdan e.

Back to top button