Li Rojavayê Derayê di encama teqîna mayînekê de 6 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê -SOHR ragihand ku li rojavayê Derayê, mayînek bi erebeyeke leşkerî de teqiya.
Hat diyar kirin di encamê de esferek û 5 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn.
Duh jî li bajarok û bajarên Derayê gel derketibû xwepêşandanan û nexşerêya çareseriyê ya Rûsyayê red kir.