Çeteyan li Efrîna dagirkirî 2 jin û zarokek revandin

Sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrîna dagirkirî roj bi roj zêde dibe. Çeteyên dewleta Tirk li Efrîna dagirkirî 2 jin û zarokek revandin.

Her wiha çeteyên koma bi navê Cebha Şamiyê jî jineke ciwan ya bi navê Dilyar Mihemed Osman ji gundê Birîmce yê navçeya Mabata revand.

Hat diyar kirin Dilyar duh hate revandin û çeteyan ew birine cihekî ne diyar.

Çeteyan li navçeya Şera jinek û zaroka wê revandin

Hat ragihandin ku çeteyên koma bi navê Sultan Murad yên dewleta Tirk jineke bi navê Riweyda Silêman û zaroka wê Solîn Berekat ji gundê Qurtqulaqê yê navçeya Şera revandin.

Tevî van hejmara kesên ku ji gundê Qurtqulaqê hatine revandin, gihaşt 29’an ku di nav de jin û zarok jî hene.

Back to top button