Talîban: Wê sîstemek demokratîk pêk neyê

Li Efxanistanê êdî deshiladariya Talîbanê serwere. Talîban amadekariyên şêwazê nû yê rêveberiya welat dike.

Lê her di despêkê de Talîbanê ragihand ku bila kes li benda sîstemeke demokratîk nemêne û welat wê bi rêya şerîetê were birêvebirin. Ji bo jinan jî maf û rol ji kokê hatiye rakirin. Di demekê ku Talîban ji bo paşeroja welat planên xwe datîne û şêwazê rêveberiya nû nîqaş dike, Serokomarê Efxanistanê Eşref Xanî yê bazdayî qala têkoşînê dike.

“Kes bila nebêje wê bi Talîbanê re demokrasî pêk were.”

Ev gotina jinên Efxanî ji aliyê Talîbanê ve careke din hate piştrastkirin.

Talîbanê got, li Efxanistanê pergalek demokratîk nayê avakirin.

Berdevkê Talîbanê Wayadullah Haşimî ji ajansa Reutersê re ragihand ku îhtîmalek mezin wê welat ji aliyê Meclisa Talîbanê ve were rêvebirin.

Di serkêşiya vê meclisê de serkêşê komên çekdar yê di asta herî jor de Hîbetullah Ehundzade heye.

Şêwazê qala wê tê kirin jî heman serdema rejîma Talîban ya navbera 1996-2001’an bibîr tîne.

Talîban: Rêbazê jiyanê wê li gorî şerîatê be

Di nava hefteyê de, her çiqasî tê pêşdîtin ku Talîban wê ji bo şêwazê rêveberiya nû ya welat bicive jî lê vebijêrka demokrasiyê ji holê rabûye.

Sîstema demokratîk wê li welatê me qet pêk neyê, ji ber ku bingehê wê nîne. Em ê pêkanîna sîstemeke siyasî jî goftugo nekin, ji ber ku eşkere ye sîstem wê şerîet be.

Talîban: Ji bo çûn û neçûna keçan a dibistanê wê zanyarên me biryar bidin

Haşimî têkildarî paşeroja jinan jî wiha got:

Ji bo biryardayîna çûyîn yan neçûyîna keçan a dibistanê jî wê alimên me biryar bidin.

Dîsa derbarê sergirtin û bûrqeya jinan de wê alimên me biryara dawî bidin.

Xanî: Ez di nava hewldanên vegerê de me

Di vê navberê de serokê berê Eşref Ganî ku pişta xwe da welat, ji Îmaratê cara pêşî axivî.

Xanî dûbare îdîa kir ku ji bo pêşî li herikîna xwînê were girtin ji Efxanîstanê derketiye..

Tevî rewşa heyî û tirsa di nava gel û bi taybet jinan de jî Xanî hê ji wê yekê bawer dike ku ew ê edalet û wekhevî li welat pêk were..

Eşref xanî li wê yekê mukir hat ku Talîbanan soz dane wî ew ê nekevina nava paytex Kabulê û wiha dewam kir:

Ketina paytextê ji nişkê ve pêk hat. Ti kes ne li bendê bû. Ya hatî kirin komplo ye. Di be ku em di mijara siyasetê de têk çûbin, lê em bi hêza xwe a ewlekariyê serbilind in. Hewlesta hêzên cîhanî pêşî li aştiyê girt.

Xanî herî dawî diyar kir ku ji bo vegera welat ew vê gavê di nava hewldanan de ye.

Back to top button