32 partiyan banga piştgiriyê ya ji bo QSD’ê û Rêveberiya Xweser kirin

32 partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bal kişandin ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê diyar kirin êrîş û siyaseta dewleta Tirk rê nade ku aramî û ewlehî li herêmê pêk were.
Partiyan banga piştgiriyê ya ji bo QSD’ê û Rêveberîya xweser kirin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe bê navber êrîşên xwe yên li dijî herêmê didomînin.

32 partî û hêzên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin li ser komkujiyên ku dewleta Tirk li bakur û rojhilatê Sûriyê û başurê Kurdistanê li dijî sivîlan dike.

Êrîşa li ser nexweşxaneya Sikêniyê ya Şengalê û êrîşa li ser Zirganê hate bibîrxistin ku di encamê de gelek kes şehîd û birîndar bûbûn û wiha hate gotin;

“Dewleta Tirk ya ku li ser qirkirina gelan ava buye, vê siyaseta xwe di sedsala 21. de jî li dijî gelan bi taybetî gelê Kurd didomîne. Ev siyaset bûye çavakaniya bêaramiya herêmê. Heke raneweste, wê bandorê li tevahiya cîhanê bike.”

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin li ser piştgiriya ku dewleta Tirk di serîde DAIŞ, dide terorê û hat diyar kirin ev siyaset li dijî ewlehî û aramiya gelên herêmê ye.

Di dawiya daxuyaniyê de partî û sazîyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) û Konseya Ewlekariyê (KE) kirin ku li ber êrîş û sûcên dewleta Tirk rabin û ji herêmên Sûriyê yên ku dagirkiriye derxînin.

Her wiha bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî hate kirin piştgiriyê bidin QSD’ê û Rêveberiya Xweser û li wan xwedî dervekin.

Back to top button