Çekên DYA ku li Efxanistanê ketin destê Talîban Waşîngton tengav kiriye

Radestkirina Efxanistan ya ji bo Talîbanê, li nava cîhanê hîna yek ji mijarên herî sereke ye. Dimenê çekên DyA ku ketî destî Talîbanê, Waşîngton xistiye nava tengaviyê.

Serokê DYA Biden yê rastî rexneyên tund hatî got, Bê kaos çêbibe, ti rêbazekê din yê derketina ji Efxanistanê nebû. Fermandariya DYA jî dibêje, ew ne li bendê bûn ku Kabul di nava 11 rojan de bikeve.

Li tevî hikumeta Efxnistanê ya 20 salî, Amerîka ji dixwaze zextên têkçûnê yên li ser xwe bide aliyekê.

Lê çek û alavên leşkerên DYA ku li Efxanistanê li pey xwe hiştî, Waşîngton xistiye nava tengaviyê.

Çekdarên Talîbanê ku bi helîkoptera Blackhawk (Bazê Reş) hildikişiyan jî rêveberiya Serokê DYA Joe Biden di çavê gel de daxist.

Biden: Ev kaos wê her çê bûya

Joe Biden ku xwest xwe ji rexeneyan xelas bike wiha got:

Bê kaos çêbibe, ti rêbazekê din yê derketina ji Efxanistanê nebû.

Biden diyar kir ku her çiqasî dema vekişîna leşkeran hatiba paşdexistin jî lê bi biryar bû ku hemû welatiyên Amerîka ji Efxanistanê derbixe.

Milley: Kesê fikir ne dikir ku di 11 rojan de wê welat bikeve

Serokê Fermanariya Giştî yê DYA Mark Milley jî mîna serokê welat li rêbazên razîkirina rexnegiran geriya.

Mark Milley gotegotên artêş ji rewşê re bi bêpilan bû red kir û wiha got:

Nêrînên me yên li ser hilweşîna li Efxanistanê hebû.

Lê ti nîşaneyên wê yekê nebû ku hikumet wê ewqas zû bikeve.

11’ê Tebaxê rapora îstixbareta Amerîka di çapemeniyê de belav bûbû.

Li gorî raporê di 90 rojan de wê Kabul bikeve.

Kabul piştî vê raporê bi hefteyekê hilweşiya.

Milley yê bi Wezîrê Parastinê Lloyd Austin re daxuyaniyeke çapemeniyê pêk anî diyar kir ku niha armanca wan ya sereke derxistina welatiyên Amerîka ji welatin.

NY: Heftane nêzî 30 hezar Efxanî koçberî Îranê dibin

Daxuyanî û metirsiya li Efxanistanê di pêla koçberiyê de jî xuya dike.

Kesên ku nekarîn bi rêya balefirê ji welat derbikevin, hewil didin bi rêya bejahî xwe bigihînin cihên bi ewle.

Nûnera Komseriya Bilind a Koçberan ya NY li Efxanistanê Van Buren bi daxuyaniyeke çapemeniyê bersiva pirsên rojnamevanan da.

Buren da zanîn ku her hefteyê nêzî 20-30 hezar Efxanî bi rêya bejahî xwe digihînin efxanistanê.

NY ragihand ku ji ber rewşa li welat nêzî 14 milyon kes bi rewşek nebaş ya birçîbûnê re rûbirû ne.

Îran: DYA û NATO piştrast kirin ku Efxanistan ji bo berjewendiyên xwe bikar anî

Îran jî di her fersendê de vekişîna Amerîka ji Efxanistanê weke binkeftina wê binav dike.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zarîf di peyameke li ser hesabê xwe yê medya civakî de got:

Ew hemû gotinên demokrasî û têkoşîna li dijî terorê ya DYA û NATO piştrast kirin ku wan tenê ji bo berjewendiyên xwe Efxanistan dagir kirbûn.

Back to top button