Bûrkîna Faso..Di êrîşa li herêma Sahel de 47 kes hatin kuştin

Li herêma Sahel a Bûrkîna Faso, li dijî karwaneke sivîl û leşkerî êrîşek pêk hat.
Di encamê de 47 kes hatin kuştin û zêdeyî 19 kes jî birîndar bûn.

Wezareta Ragihandinê ya welat têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Li navçeya Soum û nêzî Gorgadjî li dijî karwaneke leşkerî û sivîlên xwebexş yên ji bo parastinê êrişek pêk hat.

Di encamê de, 30 sivîl, 14 hêzên parastin û 3 kesên alîkariya wan dikirin jiyana xwe ji dest dan.

Herî kêm 19 kes jî birîndar bûn.

Her wiha 58 terorîst jî hatin kuştin.

Komên terorîst yên DAIŞ û El Qaîde yên li welatê cîran Malî xwe birêxistin dikin, ji 2015’an ve gelek caran êrişî bakur û rojhilatê Burkina Faso dikin.

Tevî Bûrkîna Faso û Nîjer, operasyonên leşkerî yên hevpar li dijî van komên terorîst pêk tîne jî nekarîne hêza van komên terorîst ên li Malî kêm bikin.

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, ji destpêka salê ve 17 hezar û 500 kes ji ber sedemên ewlekariyê neçar man welat biterikînin.

Back to top button