Li Myanmarê di nava 6 mehan de artêşa Darbekar 1006 kes kuştin

Artêşa ku  darbe kir di nava şeş mehan de 1006 kes kuştin.

Rêxistina civaka sivîl a bi navê Komeleya Piştgiriya bi Girtiyên Siyasî re ragihand ku li welat ji 1’ê Sibat dema destpêkirina darbeya leşkerî û heta niha 1006 kes ji aliyê artêşê ve hatine kuştin.

Serokê komeleyê Ko Bo Kyî diyar kir ku dibe jimara rast ji vê yekê gelekî zêdetir be. Ko Bo Kyî got:

“Heta leşker li ser desthilatdariyê bin wê mamoste, doktor, jin, mêr û ciwanan bikujin.

Ne tenê jiyanê ji me distînin, di heman demê de paşeroj û hêviyên demokrasiyê yên welêt jî dikujin.

Endam û rêveberên komeleyê ber artêşê nikarin karê xwe bi eşkere bikin leşkerî ve hatiye qedexekirin, neçar in ku bi rengekî veşartî bijîn.

Li Myanmarê 1’ê Sibatê artêşê li dijî hikumeta welat darbeya leşkerî pêk anî.

Wezîr û rêveberên welat ji kar hatin girtin û piraniya wan ji li zindanê ne.

Li welat piştî tundiya li ser gel, komên xweparastinê jî hatine avakirin.

Ev derdor her roj çalakiyan li dar dixin.

Back to top button