Berxwedana li dijî tecrîdê 266 roj in dewam dike

Berxwedana girtiyên li zîndanên dewleta Tirk yên ku di greva birçîbûnê de ne bi biryardariyeke xurt dewam dike. Meclisa Dayikên Aştiyê ya Sîlopiya bertek nîşanî tecrîda girankirî ya li ser Rêber APO dan. Dayîkên Şehîdan jî dan zanîn ku siyaseta dewleta Tirk a girankirina tecrîdê îsrara wan a berxwedanê xurtir dike.

Berxwedana zindanan a ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan û bi dawîkirina binpêkirinên li girtîgehên Tirkiyê bi biryardariyeke xurt didome.

Çalakiya girtiyan bi koma 49’emîn di roja 266’emîn de didome.

Çalakiya piştevaniyê li wargeha şehîd Rûstem Cûdî Mexmûr kete roja 244’an.

Li kampa Lavrîo ya Yewnanistanê jî çalakiya xwedîderketinê 228 roj li pey xwe hiştin.

Meclisa Dayîkên Aştiyê: Kilîta aştiyê di destê Rêber APO de ye

Meclisa Dayikên Aştiyê ya Sîlopiya bertek nîşanî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan dan û destnîşan kirin ku kilîta aştiyê di destê Rêber APO de ye û gotin:

Ji bo yekitiya gelan û ji bo aştiyeke mayinde divê ev tercîd demildest bê rakirin.

”Siyaseta girankirina tecrîdê îsrara me ya berxwedanê zêdetir dike”

Dayîkên şehîdan tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û destnîşan kir dewleta Tirk ji tecrîdê armanc dike ku gel ji fikrê rêber Abdullah Ocalan dûr bike.

Dayîkên şehîdan anî ziman ” Gelê azadîxwaz wê derfetê nede dewleta Tirk ku bandorê li vîna wan bike, berovajî wê israra wan a berxwedanê zêdetir bibe.”

Back to top button