Şewata li herêma Var a Fransa belav dibe

Li cîhanê şewatê bandora li ser guherîna rewşa avhewayê zêdetir kir.
Şewata li herêma Var a Fransa berbelav dibe, li eyaleta Kalîforniya ya DYA jî şewata Dixia welat di nava domanê de hiştiye.

Li herêma Var a Fransa şewata ku belav bûyî metirsiyek zêde daye avakirin.

Li herêma Var a li nêzî Saint-Tropez metirsiya şewata heyî nîşan dide.

Asîmanên herêmê bi dumana reş tarî bûye.

Heta niha ji ber şewatê 2 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Tîmên agirkuj ji bejahî û balefir ji bi rêya hewayî hewil didin şewatê vemirînin.

Gelek welatiyên herêmê jî neçar man ku ji malên xwe derbikevin.

Li DYA jî şewata ku bi hema Tîrmehê re zêde bûyî hîna dewam dike.

Şewata Dixie êdî bandor li tevahî civaka Kalîforniya dike

Şewata Dixie ziyaneke zêde li bakurê Kalîforniya kiriye.

Dimenên ji herêmê tên vê yekê dide nişandan.

Leşkerekî DYA yê ji tîmên parastina daristanê ragihand ku heta niha hezar û 180 avahî şewitin.

Her wiha şewat hîna gefê li nêzî 16 hezar avahiyan dixwe.

Ev şewat di dîroka welat de weke, şewata herî mezin ya duyemîn tê binavkirin.

Back to top button