Li Austuralya Marekî mezin ê li nava marketê tirs çêkir

Mixabin îro dîsa ji neçarî me gelek behsa şer, kuştin û aloziyan kir.
Ji ber van bûyerên giran, derfet namîne ku em hin bûyerên balkêş an jî mijarên ku dilê mirovan xweş bike, biweşînin.
Lê tevî vê yekê jî heta ji dest me were em ê we ji nûçe û bûyerên rengîn bê par nehêlin.
Weke tişta ku li Austuralyayê rû dayî.
Çawa marekî mezin yê li marketekê tirs da avakirin.

Di jiyana rojane de gelek ji me ji bo pêdiviyên xwe ên jiyanê peyda bikin, diçin dikan û marketan.

Û êdî wisa lê hatiye ku ev serdan li gelek deveran bûye beşeke girîng ji jiyana mirovan.

Heta vê mesele xwezayî xuya dike.

Lê tişta balkêş ew e ku deme mirove li nava van marketan digere û ji nişîkê ve li sewaleke mezin rast were ye.

Weke tişta ku li Austuralyayê rû dayî.

Jina binavê Helîna Elatî dema ku hewl dida pêdiviyên xwe peyda bike liqayê mareke mezin ê 3 metoryî hat.

Helîna berovajî gelek kesan, ji du aliyan ve xwedî şens bû.

Ê yekê, marê mijara gotinê her çendî mezin be jî lê bê jehgr bû.

Duyemîn jî Helîna bi xwe pispora perwerdekirina sewalên ne kovî ye.

Û ji bo wê pir hêsan bû ku li gel vî marê mazin danûstandinê bike.

Bi xwîn sarî nêzî mar bû û dawiyê karîbû bi selametî mar ji marketê derxîne û wî berde nava xwezayê.

Back to top button