Komîteya Tenduristiyê ya Şengalê banga tevgerê li NY kir

Nerazîbûnên li Şengalê û başûrê Kurdistanê yên li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker zêde dibin.
Komîteya Tenduristiyê ya a Şengalê û Partiya Azadî û Demokrasî ya Êzidiyan bang li hikumeta Iraqê kirin ku li dijî êrîşan bê deng nemîne û serweriya xaka xwe biparazê.
Tevgera Goran jî got ku wan ji bo pêşîlêgirtina van êrîşan çend caran daxwaza civîna parlementoyê kiriye.
Welatiyên Germiyanê jî li dijî êrîşan banga çalakîyan kirin.

Komîteya Tenduristiyê ya Şengalê têkildarî êrîşên dewleta Tirk ser Nexweşxaneya Gundê Sikêniyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku nexweşxaneya bû armanca êrîşên hovane xizmeta tevhiya gelên li herêmê dikir.

Komîteya Tenduristiyê diyar kir ewê xebatên xwe hê bi hêztir berdewam bikin.

Di dawiyê de bang li Neteweyên Yekbûyî, saziyên tenduristiyê yên navnetewî û bijîşkên sînornenas hat kirin ku li hemberî van êrîşan bêdeng nemînin.

PADÊ: Damara mirovahiyê miriye, lewma dengê hemberî êrîşan dernake

Partiya Azadî û Demokrasî ya Êzidiyan (PADÊ) jî derbarê êrîşên dewleta Tirk ser Şengalê û bêdengiya Hikûmeta Iraqê de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de bêdengiya rayedar û Hikûmeta Iraqê ya li dijî êrîşan hat rexnekirin û ji Parlamentoya Iraqê hat xwestin ku serwerîya xaka welat biparêze.

Ji Hikûmeta Iraqê jî hat xwestin ku li hemberî êrîşên ser şengalê erka xwe bicîh bîne.

Germiyanî bêdengiya hikûmeta Başûr şermezar kir û banga lidarxistina çalakiyan kir

Welatiyên Germiyanê yên Başûrê Kurdistanê jî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şengalê şermezar kirin.

Germiyanîyan bêdengiya hikûmeta Başûr şermezar kir û bang li gel hat kirin ku li dijî êrîşên dagirkeriyê dest bi çalakiyan bikin.

Back to top button