ÇALAKIYA LEYLA GUVEN DI ROJA 158’AN DE YE

Li dijî tecrîda li ser Rêber Oclan yek jî çalakiyên herî dirêj ku tên lidarxistin jî çalakiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guvene. Guven a ku bi çalakiya xwe bûye sembola berxwedana grevên birçîbûnê ev 158 rojin li ber xwe dide. Bi Guven re nêzî 10 hezar kes di çalakiya greva birçîbûnê de ne.

Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêber Ocalan di 8’ê Mijdara 2018’an de dest pêkir, didome.

Leyla Guven 158 rojin di çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger de ye.

Guven a ku çalakiya xwe li girtîgehê despêkir bû sedema ku ev calaki di demeke kin de li kurdistan û cîhanê belav bibe.

Piştî Guven li başûrê kurdistanê li navenda HDP’ê ya Hewlerê, Endamê Meclisa HDP’ê Nasir Yagiz dest bi çalakiyê kir.

Yagiz ev 145 rojin di grevê de ye.

Tevî çalakiya Yagiz li Hewler, Silêmanî û Mexmûrê çalakiyên bê dem û yên bi dorvger li darin.

17 Kanûna 2018’an jî li Strasbourga Fransa û Galer a Bêrîtanyayê 15 aktivîstên kurd dest bi çalakiyê kirin.

Ev çalakî jî di roja xwe ya 119’an de ye.

Berxwedana ku ji zindanan despêkir bi despêka Adarê re geş bû.

1’ê Adarê zêdeyî 7 hezar girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger kirin.

Ev 45 rojin berxwedêrên zindanê li ber xwe didin.

Her wiha koma despêkê ya girtiyên di çalakiyê de jî di roja 120’an de ye.

Çalakiya Parlementerên HDP’ê Dersîm Dag a di 3’ê Adarê de, Tayip Temel û Murat Sarisaç ên di 8’ê Adarê de dan destpêkirin didome.

Çalakgerên ku li girtîgehê dest bi grevê kirin û hatin berdan, piştî hatin berdan jî çalakiya xwe li malê dewam dikin.

Ji van;

Çalakiya Sedat Akin ê li Êlihe 100,

Semra Alkan a Alîaga ya Îzmîrê 98,

Gurbet Ektîren a Dêrika Merdînê 90,

Û Îhsan Sinmiş ê li Kuçukçekmece ya Stenbolê 47 roj in calakiya xwe li malê didomînin.

GREVA BIRÇÎBÛNÊ LI QADA NAVNETEWÎ DIDOME

Her wiha çalakî li qada navnetewî jî belav bûn.

Yusuf Îba li Torontoyê 93,

Mele Mustafa Tuzak li Duîsburgê jî 92,

Husên Yildiz 86,

Hasbî Çakici 85,

Şiyar Xelîl ê li Nurinbergê 81,

Cemal Kobanê û Omer Bagdur yên li Kasselê 76,

Şivan Agaogulu û Sultan Yigît ê li Paytexta Awusturya Viyana 69,

Mehmet Alî Koçar ê li ber Neteweyên Yekbuyî ya Cenevê 58,

Nahîde Zengîn,

Mehmet Saît Yilmaz û Alî Poyraz a li paytexta Ingîlîstanê Londonê 29 roj di gireva birçîbûnê de ne.

Leave a Reply

Back to top button