QSD: Li gundewarê Reqayê 34 çete hatin girtin

Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê 34 çeteyên DAIŞ li gundewarê Reqayê bi operasyoneke lêgerîn û paqijkirinê de girtin. 

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî operasyona paqijkirinê ya li gundewarê rojavayê Reqayê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku di çarçoveya çalakiyên têkoşîna li dijî terorê sibeha çarşemê operasyoneke berfireh a lêgerîn û serdegirtinê li gundewearê rojavayê bajarê Reqayê pêk anîn.

Di encamê de şaneyeke terorîst ji 4 kesan girtin, her wiha 30 hevkarên û miqdarke çek, cebilxane û cilên leşkerî yên li gel şaneya terorîst desteser kirin.

Di dawiya daxuyaniyê de QSD’ê teqez kir ku dê operasyonên li dijî şaneyên terorîst li bajarê Reqa û gundewarên wê berdewam bikin û navendên terorîst, tune bikin.

Back to top button