Meclisa Leşkerî ya Minbicê: Ji şevê din ve 115 top hatin avêtin

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku dagirkeran di 24 saetên dawî de 115 top avêtin gundewarên Minbicê û got, hêzên wan bersiva êrişan dan û 2 çete hatin kuştin.

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyekê encama êrîşên dewleta Tirk ên 24 saetên dawî yên li ser Minbicê eşkerekir.

Meclisê derbarê êrîşan de ev agahî da:

Artêşa dagirker gundê Um Edesê, Kawkilî, Yalinlî û Hemra Hoşeriyê, Cat û Toxara Biçûk yên bakurê rojavayê Minbicê topbaran kirin.

Ji şeva berê heta vê sibehê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê 115 topên hawnan avêtine, topek li çadira şivanekî ket lê ne teqiya, topeke din li nava pez ket û di encamê 9 mîh telif bûn.”

Meclisê dazanîn ku hêzên wan bersiva êrîşan dan û di encam de 2 çete hatin kuştin.

Li aliyeke din artêşa dagirker gundê Evdiko yê biçûk ku dikeve rojhilatê Girê Spî topbaran kir. Meclisa Leşkerî ya Girê Spî bersiva êrişan dan û erebeyeke leşkerî ya artêşa Tirk rûxand.

Back to top button